Avrupa Yetîm Elî û IHO-EBRAR li Tanzanyayê goştê qurbanê belav kirin

Avrupa Yetîm Elî û IHO-EBRAR li Tanzanyaya welatê Afrîkayêji bi hezarana malbatên feqîr re goştê qurbanê belav kirin.

Avrupa Yetîm Elî û IHO-EBRAR alîkarîyên qurbanan ên xêrxwazên li Ewrûpa û Tirkîyê li Tanzanyayê ji malbatên feqîr û jar re belav kirin.

Cahît Ataşê Koordînatorê Tanzanyayê yê Komaleya Avrupa Yetîm Elîyê derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li Tanzanyayê tên kirin de destnîşan kir: “ Em li ser navê Avrupa Yetîm Elîyê hatin Tanzanyayê. Xebatên me yên qurbanên li ber xelasbûnê ne. Mal xêrxwazan ava be. Niyeta me ew e ku em ji 8 hezar malbatên feqîr re alîkarî bikin. Xebatên me li welatên din jî berdewam dikin.”

Sabahattîn Ugarê Koordînatorê Tanzanyayê yê IHO-EBRARê jî derbarê mijarê de diyar kir ew e ji 2 hezar malbatî re goştê qurbanan belav bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ê piştî alîkarîya goşt em ê alîkarîya cil û bergan jî bikin. Gelek silavên êtîman ji vê derê ji bo xêrxwazan hene. Xweda ji we razî be û îda we jî tebrîk dikin. Însanên vê derê bi alîkarîya ku ji wan re hat kirin gelek kêfxweş bûn. Her tim li benda alîkarîya we ne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

34 mirî, 5 hezar û 635 birîndar
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç ziyaret kirin
Li Entelyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhej
Weqfa Sêwîyan li Wanê alîkariya cil û bergan kir
Agirê ku li Êlihê di malekê de derketibû ji aliyê xelkê deverê ve hate vemirandin