Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê gihîşt 8 kesan
Di dema xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo kesên windabûyî de, bi tevî sê cenazeyên din ên ku hatin derxistin hejmara qurbaniyên lehiyên ku li Stenbol û Qocaelîyê çêbûn gihîşt 8 kesan.
Walîtiya Stenbolê ragihand ku cenazeyê mêrekî ku îro sibê li nêzî Termînala Ferîbotê ya Ayvansarayê li ser behrê hat dîtin aîdî Haşim Ciritlioglu ye. Bi vî awayî hejmara miriyan li Stenbolê gihîşt 6an. Xebatên lêgerînê li ser bestekên çeman ji bo welatiyê dawîn ê windabûyî berdewam dikin.
Li navçeya Gebze ya Qocaelîyê cenazeyên Dogan Arslan û Fatîh Demîrtaş, hatin dîtin. Di bûyerê de, ku şofêrê jîpê ku di lehîyê de winda bûbû Mustafa Denîz Ertaş bi tena serê xwe karîbû bireve, cenazeyê Demirtaş 3 kîlometre dûrî cihê bûyerê, cenazeyê Arslan jî 6 kîlometre dûrî li bestekên çemê Bûyûkdere di nav sînorên Pendikê de hat dîtin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.