Avrupa Yetim Eli xebatên xwe yên alîkarîyê li Balkanan didomîne

Avrupa Yetim Eliya ku li welatên Balkanan xebatên alîkarîyê dabû destpêkirin li Karadagê ji malbatên feqîr û jar re alîkarîya cilşo û êzîngan kir.

Berî niha ji teref Avrupa Yetim Eli ve li welatên Balkanan di bergeha “Alîkarîya Zivistanê ya Balkanan 2020” hatibû destpêkirin û xebatên alîkarîyê ji bo malbatên jar û feqîr re tê kirin.

Komele berî niha li Plava bajara Karadagê ji bo malbatên feqîr û jar alîkarîyên cûrbecûr kiribû ku komele vê carê li Rojayeya bajêra Karadagê çû hawara malbatên feqîr û jar û ji wan re alîkarîya cilşo û êzingan kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê Avrupa Yetim Eli Huseyîn Ateş derbarê alîkarîyên ku ji teref wan ve tên kirin de wiha got: “ Em wek Avrupa Yetim Eli li Rojeyaya bajara Karadagê ne. Me li vê derê ji malbateke feqîr re alîkarîya cilşoyê kir.3 zarokên vê malbatê hene. Qîzeke wan a bi navê Amma heye û nexweş e. Her meh ji bo dermankirinê wê dibin Podgorîcoya ku bi sedan kîlometre ji vê derê dûr e. Malbat mexdûr e û pêdivîyên wan heye. Me xwest ku rewşa vê malbatê nîşanî xêrxwazên xwe bidin. Xêrxwaz ger bixwazin ji vê malbatê re bibin alîkar dikarin bi me re bikevin pêwendîyê.”

ÎLKHA












İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn