Banga ji esnafên çorekan bo Diyarbekiriyan: Werin em kultura xwe tune nekin

Esnafê xurekeyan (çorekçî) Murat İyisoylu, bal kişand ser çanda çoreka Diyarbekirê ya ku li ser pifreyên (sofreyên) cejnê lezeke kulturiya herî jêveneger e.

Çoreka ku bi sedsalan e li ser pifreyên (sofreyên) cejnê kêm nabe û li Diyarbekirê bûye çandek, her çend li gund û taxên gundewarî hebûna xwe berdewam bike jî, li herêmên ku bajarvaniyê (şehirleşmenin) girtiye ber xwe, rû bi rûyî rîska windabûnê maye.

Beriya Cejna Qurbanê ya ku tenê çend roj jê re mane, esnafê xurekeyan (çorekçî) Murat İyisoylu, rewşa çanda çorekê ya ku roj bi roj wateya xwe winda dike bi kêmbûna firotina malzemeyan nîşan da. İyisoylu da zanîn ku giya û biharatên (biharata çorekê) ku di amadekirina hevîr de tên bikaranîn li ser dezgehan mane û ji bo ku çandek ji nav neçe, bang li dayikên Diyarbekirê kir û got: "Vê kevneşopiyê bi alîkariya keç û bûkên xwe veguhêzin nifşên paşerojê."

“Çorek, çandeke taybet a Diyarbekira me ye”

İyisoylu yê ku li navçeya Sûrê ya navenda Diyarbekirê malzemeyên çorekê difroşe, bal kişand ser ku di firotina biharatên çorekê de her cejn daxwaza cejna berê kêm dibe û ev tişt gotin:

"Em her cejnê hêvî dikin ku kar hîn çêtir bibin, lê ber bi kêmbûnê ve diçin. Wekî mînak; gava em di cejnekê de 100 kevçî hilberîn bifroşin, di cejna din de ev reqam dadikeve 80 û 75an. Gelo nifşê nû êdî tembelî dike ku çorekê çêbike, an dayik fêrî wan nakin? Ev edetê Diyarbekira me ye, çandeke taybet a vê derê ye. Ji ber ku dayik û xesû (kaynana) fêrî keçên xwe nakin, firotina me her cejn hîn bêtir dadikeve. Berê min ji her hilberînekê 15-20 kîlogram diand û min hemû diqedand. Niha min ji her yekê 5 kîlogram anîne, ez nîvê wê paşve dibem."

“Bi çorekên ku hûn ê çêbikin, hewaya cejnê bidin hîskirin”

İyisoylu ji bo veguhastina çanda çorekê bo nifşên paşerojê bang li dayikên Diyarbekirê kir û wiha axivî: "Bila keçên me kultura xwe ji bîr nekin. Jiyana rojane çawa be, bila cejnên xwe jî weha derbas nekin. Bila ji malan bêhna çorekê bê, xwedî li dab û nêritên (Urf û edet) xwe derkevin. Herî kêm bi çoreka ku ew ê çêbikin, bila were zanîn û eşkere bibe ku cejn e."

İyisoylu destnîşan kir ku di navbera çoreka li malê tê amadekirin û çorekên ku di hawirdora firûn an jî pastaneyan de tên çêkirin de cudahî heye û got: "Di nav çorekên amade de bi giştî av û hevîrtirş (maya) heye. Ji ber ku hilberînên çêkirî yên paşê hatine amadekirin tên bikaranîn, piştî saetek an du saetan dikarin biyon. Lê belê çorekên cejnê yên ku li malê tên çêkirin, dikarin hefteyekê an deh rojan tezahiya xwe biparêzin. Heta ji ber ku em malbateke qelebalix in, dayika min di legena 150 kîlogramî de amade dike; hemû xwişk û brayên min tên û ji mala me çoreka xwe dibin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bê qadayıf roşan nêbeno
Vîrûsa Ebola çi ye?
Bêyî ku hûn bêhnê bidin neçin ser dîreksîyonê
Weqfa Êtîman li Wanê ji 300 zarokên êtîm re diyariyên cejnê da
Piştî çar salan, li Balafirgeha Kerkukê seferên şevê ji nû ve dest pê kirin