Ji Meclisa Şêwirmendiyê ya Eşîrên Mêrdînê banga beşdarbûnê ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Ji bo Komxebata Meclisa Şêwirmendiyê ya Eşîrên Mêrdînê ku wê li navçeya Qoser a Mêrdînê di 5ê Îlonê Roja Şemiyê de bête lidarxistin, banga dawetê hate kirin.
Hate diyar kirin ku di civîna ku wê mensûbên eşîran, rênîşander (zanyarên civakî/rêberên civakê), alim û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên ji herêmên cuda yên Mêrdînê tevlî bibin de, dê pirsgirêkên ku di dema dawî de ciwanî û paşerojê di bin xetereyê de dihêlin, struktura malbatê birîndar dikin û aramiya civakê têk dibin werin nîqaşkirin û pêşniyarên çareseriyê yên ji bo van meselan werin destgirtin.
Bernameya ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Meclisa Şêwirmendiyê ya Eşîrên Mêrdînê ve tê organîzekirin, wê di 5ê Îlonê Roja Şemiyê de di saloneke dawetê ya li Qoserê de bête pêkanîn. Bernameya ku wê di saet 09.30an de dest pê bike, wê di saet 14.00an de bi daxuyaniya beyannameya encamê bi dawî bibe.
Tê meşendin ku ji bilî nûnerên eşîran ên ji 10 navçeyên Mêrdînê, alim, rênîşander, mezinên civakê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û mirovên hesas ên ji beşên cuda yên civakê tevlî civînê bibin.
Endamên Meclisa Şêwirmendiyê ya Eşîrên Mêrdînê Mahmut Kılınç, Molla Fesih Memiş û Mehmet Şerif Öter hatin cem hev û hemû gelê Mêrdînê dawetî civîna ku wê pirsgirêkên peywendîdarî aramiya civakê, struktura malbatê, paşeroja ciwanan û nirxên manewî werin destgirtin kirin.
Yek ji endamên Meclisa Şêwirmendiyê ya Eşîrên Mêrdînê Mehmet Şerif Öter diyar kir ku di dema dawî de li seranserê Mêrdînê geşedanên ku herkesî ji kûr ve diêşînin û dikşînin fikarên giran berdwam dikin.
Öter anî ziman ku alim, rênîşander, mensûbên eşîran û rêxistinên civakî yên sivîl hatine cem hev da ku li hemberî bûyerên êşdar û pirsgirêkên din ên ku civak, malbat û gelek strukturên civakî di bin xetereyê de dihêlin çareseriyan hilberînin.
"Bi pirsa 'Em dikarin ji bo vê tiştekî çi bikin?' em ketine rê"
Öter di axaftina xwe de cih da van îfaderyan:
"Haziriyên Civîna Meclisa Şêwirmendiyê ya Eşîrên Mêrdînê ku em ê di 5ê Îlonê de li Qoserê pêk bînin, nêzîkî sê meh berê dest pê kir. Wezîr/seydayên me, şêxên me, rênîşanderên me û wekî mirovên berpirsiyar û pêşeng ên civakê em li ser bingeha dildariyê hatin cem hev. Wekî ku tê zanîn di van demên dawî de li Mêrdîna me û li herêma me geşedanên ku em hemûyan ji kûr ve diêşînin û dixin nav fikarên giran diqewimin. Paşeroja ciwanên me, struktura malbata me, têkiliyên me yên civakî, nirxên me yên manewî û saziya malbatê di bin gelek xetereyeke mezin de ne. Em jî bi pirsa 'Em dikarin ji bo vê tiştekî çi bikin?' ketin rê. Wekî alimên me, rênîşanderên me û endamên vê meclisê me biryarek girt. Ji wê rojê heta niha nêzîkî sê meh derbas bûn. Di vê pêvajoya sê mehan de me tevî endamên Meclisê re bi nûnerên eşîrên rehstûr, rênîşander, rêxistinên civakî yên sivîl û mirovên pêşeng, bihiş û hesas ên civakê yên ku li 10 navçeyên Mêrdînê faaliyetê dikin û jiyana xwe li vir domdikin re yek bi yek hevdîtin kirin. Piştî ku şêwirmendiyên pêwîst hatin temamkirin, wê biryarên di rêzika şîretan de werin girtin. Ev civîn bi mercê ku bibin şopdarên van biryaran tê organîzekirin. Dawetnameyên me jî di vê çarçoveyê de tevî naveroka bernameyê hatin amadekirin."
"Ciwanî û paşeroja me di bin xetereyê de ye"
Öter teqez kir ku civîn ne tenê meseleya beşekî diyarkirî ye, meseleya hemû Mêrdînê ye û wiha got: "Ev civîna şêwirmendiyê ya ku em ê di 5ê Îlonê de bikin ne tenê ya me ye, ya hemû Mêrdînê ye. Em navê wê dikin 'Civîna Eşîran' lê di rastiyê de herkesê li vir mensûbê eşîrekê ye. Ji ber vê yekê divê her Mêrdînî di vê civîna şêwirmendiyê de xwe bibîne, xwe wekî parçeyekî vê Meclisê bi hîs bike. Ev destpêxistin tenê bi pêşengiya me pêk tê. Em tevî seydayên xwe re di qadê de bûn, me ked da. Lê belê divê ev li vir nemîne. Ji vir û şûn de divê hemû beş bibin şopdarê vê xebatê, xwedî lê derkevin û dom bikin. Ji ber ku rewş bi rastî pir giran e, xetere mezin e. Ciwanî û paşeroja me di bin xetereyê de ye. Ciwanên me ji manewiyatê dûr dikevin. Ji ber meseleyên pir biçûk ên ku tu girîngiya wan nîne û qalikê gûzê tijî nakin yek duyan gulebaran dikin."
Öter got: "Kêm zêde tu hefte bê bûyer derbas nabe. Di encama nîqaşeke ku di navbera du grûpan de derdikeve de eşîrên her du aliyan dibin dijminên hev. Ji aliyê din ve, em kesên ku bi rastgozî ticaretê dikin paşve dihêlin; lê belê hinek beş di bin navê 'ticaretê' de faîzxwarinê (tefecîtî) dikin. Bi taybetî ji ciwanan re deyn tê dan, bi faîzê deyn tê mezin kirin. Meh, heta salek derbas dibe û paşê diçin ber deriyê bav, ap an jî birayê mezin ê ciwan. Bi tam tiştekî mafyayî û têgihîştina çeteyan nêzîk dibin. Di encama vê de pirsgirêk û karesatên mezin derdikevin holê. Beşeke girîng a bûyerên ku diqewimin jî ji ber vê yekê çêdibin."
"Zewac, pîroziya xwe wendakir ye û veguheriye cihê ticaretê"
Öter anî ziman ku hevberdan (berdan) êdî bûye rewşeke asayî û zewac ji ber mercên giran ên aboriyê ji bo ciwanan bûye tiştekî ku gehiştina wê zehmet e û wiha got: "Struktura malbatê bi xwe pirsgirêkeke mezin e. Berdan êdî veguheriye rewşeke asayî. Heta berî 30 salan bi hêsanî berdan çênedibû. Çêbûbûya jî bi xemgîniyeke mezin dihate pêşwazîkirin, malbata aliyê ku zewac xera kiriye fikar û fedî dikir, di derketina nav civakê de zehmetî dikişand. Îro di roja me de heta em ji zewaca wan agahdar nabin nûçeya berdana wan tê. Heta di korîdorên dadgehê de jî ku sankî tiştekî kirîn û firotinê tê kirin, hesaba 'ez ê çiqas pere ji aliyê zava bistînim/bikişînim?' tê kirin. Zewac, pîroziya xwe wendakir ye û veguheriye cihê ticaretê. Dîsa jî zewac pîroz e. Zewac, kevirê bingehîn ê civakê ye. Îro ciwan nikarin bizewicin. Yek ji sedemên vê yekê jî giranbûna mercên zewacê ye. Kîloyan zêr, xerckirina ji sînor zêdetir, têgihîştina 'ewqas zêr hat kirin, ewqas pere hate xerckirin, dawet di wê bajarî de hate kirin'... Ji ber vê reqabeta ku veguheriye nîşandana dewlemendiyê, ciwanên me yên bi niyeta baş û xwedî manewiyat nikarin bizewicin. Ev bi xwe jî karesateke mezin e. Di bingehê wêranbûna exlaqî ya ku em dijîn de ev rewş jî cih digire. Ji bo ku em berê vê yekê bigirin, divê her beşekî civakê hesasiyetê nîşan bide û dest bidin hev."
"Wê hemû bi hev re xwedî li van pirsgirêkan derkevin"
Öter diyar kir ku civîn wê bi têgihîştineke çareserîmerkezî bête pêkanîn û ev tişt gotin:
"Gava em li pirsgirêkên exlaqî yên ku li Mêrdînê diqewimin, li dîroka xwe, li urf û kultura eşîrên xwe dinêrin û bi rabirdûya xwe re muqayese dikin, van bûyerên ku îro diqewimin, ev bêşermî bi ti awayî li vir nayên birin. Berê tiştên din tune bûn. Hinek kes bi hewldaneke bihişî van neyêniyan xistin nav me. Ji ber vê yekê mebesta vê komxebatê jî ev e. Em ê dest diştin hemû mijarên ku civakê aciz dikin. Komxebata me wê di 5ê Îlonê di saet 09.30an de dest pê bike û di 14.00an de bi dawî bibe. Axavkerên me hemû dê sê mamosteyên me yên hêja yên bi eslê xwe Mêrdînî bin. Ew ê bibêjin, gelê me wê söz bistîne. Pirsgirêk, nexweşiyên manewî, xetereyên ku paşeroja me di bin gelek geşedanê de dihêlin û hemû mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin wê bi awayekî zelal werin anîn ziman. Her kes wê dîtina xwe bibêje û wê hemû bi hev re xwedî li van pirsgirêkan derkevin. Ev civîn, gava yekemîn e ku ji bo ku ji pirsgirêkên diqewimin re bête gotin 'raweste'."

Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.