Bangawaziya xelkê Pasûrê ji rayedaran re: Bila golet bê paqijkirin, xebata ava vexwarinê ya paqij bê temamkirin

Şniyên herêmê anîn ziman ku goleta li gundê Cumarê ya ser bi navçeya Pasûra (Kulp) Amedê ve hatiye çêkirin, ji ber ku bi salan e bêxwedî û bênerîn hatiye hiştin tu feydeyê nade derdorê.

Xelkê herêmê bang li rayedaran kir û ji meqamên eleqedar re bangawazî kir; xelkê daxwazên xwe yên wekî îslahkirina goleta ku li gundê Cumarê (Uzunova) ya navçeya Pasûra Amedê di salên 1980yî de hatiye çêkirin û ji ber bênerîna nêzî 40 salan gihîştiye asta windakirina fonksiyona xwe, ketina meriyetê ya xeta ava vexwarinê û avakirina navendeke tenduristiyê li vê herêma ku nifûsa wê digihîje 8 hezar kesan, anîn ziman.

Goleta ku di salên 1980yî de li gundê Cumarê ya navçeya Pasûrê hatibû çêkirin; di serî de ji bo Cumarê û her weha ji bo hewcedariyên avdana çandinî û heywandariyê ya gund û mezrayên wekî Akîka (Yakıt), Duderya (Konuklu), Grêmorî (Sivrice), Mala Elî (Ovalı), Cehika (Bilgili), Babê Canka (Savaş) û Şêx Hemza (Hamzalı) hatibû avakirin. Ji ber bênerîna nêzî 40 salan, golet gihîştiye asta ku fonksiyona xwe winda bike û gundê derdorê bi tu awayî nikarin feydeyê ji vê goletê bigirin.

Welatî diyar dikin ku bîra ava ku li nêzî gundê Şêx Hemzayê ji bo hewcedariya ava vexwarinê ya van gundên hatibû vekirin jî, ji ber ku xebatên wê yên binesaziyê nehatine temamkirin nagihîje malan; lewma daxwaz dikin ku pirsgirêkên golet û ava vexwarinê werin çareserkirin û her weha balê dikişînin ku ji bo vê herêma ku nifûsa wê digihîje 8 hezar kesan, divê navendeke tenduristiyê jî were avakirin.

Cemberi Tuncer

Cemberî Tuncerê ku ji şêniyên gundê Cumarê ye û pêvajoya bêfonksiyonhiştina goletê bi hûrgilî vedibêje, weha got: "Di salên 1981-1982yan de ji aliyê dewletê ve goletek hat çêkirin. Helbet ev golet sê hezar donim erdî dihewîne. Di wextê xwe de me pembo û titûn diçand. Ava wê jî ji bo wî qasî erdî têrê dikir. Helbet ev yek tenê ji bo Cumarê nîne. Heşt muxtarî feydeyê ji vê goletê dibînin. Wê çaxê muteahîdên ku golet çêkiribûn gotibûn 'Temenê vê goletê 40-45, herî zêde 50 sal e. Piştre dê tije bibe. Dewlet jî dê piştre an tiştekî lê zêde bike an jî wê paqij bike.' Niha golet tije bûye."

Tuncer, derbarê pêvajoya serlêdana ku ji bo paqijkirin û ji nû ve aktîfkirina goletê ji meqamên eleqedar re kirine agahî dan û van îfadeyan bi kar anî: "Em çûn, me serlêdana xwe ji dewletê re kir. Di sala 2021ê de telîmata paqijkirina goletê hat dayîn, roja îhaleyê jî diyar bû, 8 mîlyon TL çavkanî (bûdçe) jî hat veqetandin lê belê sê roj beriya îhaleyê ev proje hat betalkirin. Ev îhale çima hat betalkirin? Ev çavkanî bi ku ve çû? Em dixwazin ev tişt were ronîkirin.

"Heke ev golet neyê paqijkirin; baxçe, spîndar û çandinîyên ku me çêkirine dê hişk bibin"

Tuncer weha peyivî: "Niha golet tije bûye. Par kanalên wê hatin çêkirin. Paşê gotin ku em ê hundirê laşê goletê jî paqij bikin. Sala bê dê bikin an na, em pê nizanin. Heke hundirê vê goletê neyê paqijkirin; baxçe, spîndar û çandinîyên ku me çêkirine dê hişk bibin. Ji ber ku av nayê. Ev setên ku me bi îmkanên xwe li dora vê goletê çêkiribûn jî tije bûne. Herî jî tije bûye. Muteahîdên ku avakarî kirine, ev qanal jî rast û dirust çênekirine. Ji Amedê endezyar hatin û kontrol kirin. Meqamên rayedar ji bo çêkirina qanalan li benda dema çandiniya me ne, lê belê em nizanin ka dê golet kîjan wextî bê paqijkirin. Rica me ji rayedaran ev e ku di demekê herî kurt de heriya vê goletê bê paqijkirin. Jixwe heşt muxtarî feydeyê ji vê goletê dibînin."

"Ji bo herêma me ya ku nifûsa wê gihîştiye 8 hezar kesan, em navendeke tenduristiyê dixwazin"

Tuncer bal kişand ser zehmetiyên ku di warê tenduristiyê de dikşînin jî û ev tişt gotin:

"Bêguman pirsgirêka tenduristiyê li her derê dikare çêbibe. Lê belê taxa me, navenda niştecihbûnê ya vê derdorê ye û bi qasî nahiyeyekê mezin e. Heke li vir navendeke tenduristiyê were çêkirin, em ê pir memnûn bibin. Ji ber ku ev der niha wekî navçeyekê qelebalığ e. Heşt muxtarî bi vir ve girêdayî ne û nifûsa her muxtariyekê hezar kes be, dike heşt hezar nifûs. Gava em ambulansê dixwazin carna ji Amedê carna jî ji Pasûrê tê, em di wî warî de ne bi gazinc in (giliyê nakin) lê belê dîsa jî kêm e. Heke li vir navendeke tenduristiyê were avakirin û ambulans tê de hebe, dikare di nava 5 hûrdeman de bigihîje bûyerên ku çêdibin, destwerdanê bike û dikare jiyana gelek kesan were rizgarkirin."

Kerem Çiçek

"Golet di rewşeke kavil (metrûk) de ye, ne lê dinerin ne jî dipirsin"

Kerem Çiçekê ku daxwaz û bendewariyên xwe yên derbarê pirsgirêka goletê de anî ziman, da zanîn ku di rewşa niha de ji ber ku golet kavil hatiye hiştin kes jê îstifade nake û weha diyar kir: "Di salên 1981-1982yan de dema ev golet hat çêkirin, piraniya cotkarên li vir titûn diçandin û her kesî feyde jê digirt. Niha çi heye ku golet di rewşeke kavil de ye. Ne lê dinerin ne jî dipirsin. Ava avdanê ya niha, dev ji zeviyên titûnê berde, heta ji bo baxçeyên wan jî têrê nake. Heke ava vê goletê di kanalan de biherikîba dê gelek gund jê sûd wergirtiba, lê belê di rewşa niha de tenê heywanên ku tên vî alî dikarin jê sûd bigirin. Di şert û mercên normal de ev golet ji bo avdaniya çandinî hatibû çêkirin, cotkaran jî titûn diçandin û têrî her kesî jî dikir; lê mixabin niha tune ye. Em dixwazin ku rayedar dest bavêjin vê pirsgirêka goletê."

Yılmaz Aslan

"Ev 4 sal in em li benda ne ku ava vexwarinê ya paqij bigihîje malan"

Yılmaz Aslanê ku derbarê kêmasiya xeta ava vexwarinê û xizmetên binesaziyê de pirsgirêkên heyî parve kirin, anî ziman ku ava bîran a li şûnên wan ên niştecihbûnê ne di rewşeke wisa de ye ku mirov bikare vexwe; lewma daxwaz dikin ku bi sîstema bîr û dînamoyê ya ku li sînorê gundê Şêx Hemzayê hatibû avakirin, ji ava paqij sûd wergirin.

Aslan weha got: "Ji bo me ev 4 sal in trafoyek hatiye danîn. Gundê me jî di nav de heşt mezrayên girêdayî wê hene. Tevî ku hemû xebat bi encamên erênî bi dawî bûne jî, ev 4 sal in me tu feyde jê nedîtiye. Trafoya me jî hatiye danîn û di rewşeke benda de ye. Tevî ku me ewqas hewlek da jî heta niha me tu tiştek bi dest nexist. Heşt mezrayên girêdayî Şêx Hemzayê hene û ji bo van deran av ferz e. Jixwe heke av tune be jiyan jî zehmet e. Em sedema heta niha nehatina çêkirina wê jî nizanin."

Aslan bi taybetî bal kişand ser wê yekê ku ava niha bi kar tînin ji bo tenduristiyê nebaş e û weha peyivî: "Ev av, bi berçavgirtina nifûsa taxê wekî ava vexwarinê hatiye diyarkirin; ne ji bo avdaniya heywanan an jî çandinî ye. Jixwe em jî vê avê ne ji bo avdana bax û baxçeyên xwe, ji bo ku wekî ava vexwarinê bi kar bînin dixwazin. Ava me heye lê belê pir bi herî ye. Gava mêvanekî me tê, em şerm dikin ku wê ava bi herî îkramî wan bikin. Ev ava me ava bîrê ye, şor e û ne di rewşeke wisa de ye ku mirov bikare vexwe, lê belê em mecbûr in û vedixwin. Em dixwazin ku ev pirsgirêka me ya avê were çareserkirin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Şofêrê otomobîla ku wergeriya jiyana xwe ji dest da
Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
Di qamyoneta ku klîma tê de barkirî bûn de şewat derket
Trafîk ra ameyî men kerdene
Li rêya Enqere-Nîxdeyê otobûs qelibî: 44 birîndar