Barzanî: Divê çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û yekxistina Hêzên Pêşmerge bilez werin kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokêwzîrê Hikûmetê Qubad Talebanî serperiştiya civînekê taybet bi Wezareta Pêşmerge kir û hejmarek babetên girêdayî bi wezaretê û rewşa Pêşmergeyan guftûgo kirin.

Di civînekê de tekezî li ser proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge hate kirin û dawî pêngavên di vî warî de hatin guftûgokirin û pêdagirî li ser bilezkirina proseya çaksazî di nava hêza Pêşmerge de hate kirin.

Herwiha guftûgo derbarê pirsa pileberzkirina piladarên hêza Pêşmerge hat kirin ku çend sal in hatine rawestandin. Biryar hat dayîn pileberzkirina hêza Pêşmerge bo sala 2017an bê bicihkirin û pileberzkirinên 2018 û 2019an û salên bê jî, li gor mîkanîzma nû û piştî hûrgiliyên zêdetir biyara pêwîst di wê derbarê de bê dayîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e