Barzanî ji ber salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê peyamek weşand

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber ji ber salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê peyamek weşand.

Temamê peyama ku hat weşandin wisa ye:

Li salvegera pencih û heşt saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê da, germtirîn pîrozbahiyê li Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê û tevahiya mamostayên Kurdistanê dikim. Ji bo wan hêviya serfirazî û serkeftina berdewam dixwazim. Bi rêz û pêzanînê ve li hewl û keda wan û li xebat û qurbanîdan û têkoşîna wan ya ji bo perwerdekirin û pêgihandina nifşên Kurdistanê dinêrîn.

Mamostayên Kurdistanê li serdema şoreş û azadiyê da jî herdem pêşengane, rolekê diyar û mezin li perwerdekirin û pêgihandina take kesê Kurdistanê da dîtine û dibînin. Li aloztirîn û dijwartirîn deman de jî destê xwe ji erk û peyama pîroza perwerdeyî û fêrkariyê hilnegirtine û tu demekê nehiştine gedeyên Kurdistanê, bê xwendin bimînin.

Mamosta ku yek ji girîngtirîn çîn û sitûna serekiya pêşketina hemû civakê ne, bi piştrastiyê ve hêjayî jiyan û guzeraniya baştirin û li vê bîranînê de hemû piştgîriyek ji bo mafên wan dûpat dikîn. Spasiya wan dikim, destê wan yê kedkar diguvêşim û pîroz û rûmet bê bîranîna damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye