Barzanî: Kêm maye ku rewş biteqe

Serokê Berê yê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî derbarê pêşhatên vê dawiyê yên li navçeyê peyamek belav kir û ragihand kêm maye ku rewş li Iraq û navçeyê biteqe û metirsiyeke mezin heye.

Temamê metna daxuyanîyê ya ku ji teref Serokê Berê yê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ve hatiye belavkirin wisa ye:

"Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Di dema çend rojên derbasbûyî de rewşeke gelekî metirsîdar li navçeyê û Iraqê hatiye holê û ji hemû aliyek hest bi metirsiyeke mezin dike.

Di rewşeke wiha de jî pêwîst e ji bo peydakirina çareseriyê, guh li eqil û lojîkê were girtin, ne mirov li pey silogan û gengeşeyên bêsûd bigere.

Niha kêm maye ku rewş biteqe û gelekî aloz e.

Ji ber vê yekê, divê hemû aliyek û ew xelkê ku hest bi berpirsiyariyê dikin, bi eqil û hikmetê çareseriyeke gûncav û me'qûl peydabikin ku di xizmeta hemû aliyekî de de.

Eger bê û proseya çareserkirinê li ser rêyeke wiha be, em jî ji bo alîkariya peydakirina çareseriyê kêmasiyê nakin, lê belê nabe ku Iraq rastî şerê bi wekalet û çarenivîseke windayî bibe.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne