Barzanî pêşwaziya Şanda Taybet a Serokê Filistînê kir

Serokê KDPê Mesûd Barzanî pêşwaziya Lîwa Cubrayîl El Recub Şanda Taybet a Serokê Filistînê û Emîndarê Giştî yê rêxistina Fetih kir.

Di hevdîtina ku li Selahaddînê hat kirin de ku Nezmî Hizûrî Konsolê Filistînê li Hewlêrê amade bû, Şanda Taybet ya Serokê Filistînê silavên taybetî yê Mehmûd Ebas Serokê Filistînê bi Mesûd Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Filistîn û gelê Kurdistanê, sosretmayina xwe jî bi geşbûna Herêma Kurdistanê ya li deh salên derbasbûyî de nîşan da û ragihand ji bilî hebûna kêşeyên mezin û şerê Da'îş û gefên din, lê belê Herêma Kurdistanê hengavên baş yên ber bi pêşketinê ve avêtine.

Li beranber da Barzanî spasî Mehmûd Ebas Serokê Filistînê kir û pêzanînên xwe ji bo piştevanî û hevsoziya gelê Filistînê û azadîxwazên Filistînê hebû ku li rojên teng da palpiştê xebata gelê Kurdistanê bûne.

Her li vê civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê hatin nirxandin û tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Erşîrkerdo ke lîseya Sêwrege de bi sîlihan 16 kesî birîndar kerdibi, xo kîşt
Ji İTTİHADUL ULEMAyê daxuyaniya piştgiriyê bo çalakiya Mewlûda Nebî
16 kes birîndar bûn
Ji qeşaya çandiniyê, berf û bahozên tozê haydar bin
Çûndina Mekkeyê beriya hecê bi destûrê ve hat girêdan