Barzanî beşdarî panela ku ji teref Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn a ku navenda wê li Hewlêrê ye ve hat tertîpkirin bû û di panelê de derbarê rojevê de nirxandinan kir.
Barzanî di nirxandina xwe ya ku kir de derbarê Kurdên Sûrîyê û PKKê û helwesta Tirkîyê ya li Sûrîyê de wisa got: “Dema ku qeyrana Sûrîyê dest pê kir derdê Tirkîyê ne Kurdên Sûrîyê bû, derdê wî li Sûrîyê PKK bû. Gotibûn ‘Em ê qetîyen destûr nedin ku alên PKKê li ber sînorên me bên çikandin.’ Vê nêrîna xwe bi me re jî parve kiribûn.Me jî vê yekê her tim ji wan birayên xwe yên li Sûrîyê ne re her tim got û tehlûkeya reşwê îzah kir. Di wê pêvajoyê de têkilîya Partîya Demokrat a Kurdistanê û PYD bi hevdû re tunebû. Tirkîye hat ba û navbeynkarîyê ji me re teklîf kir. Ji me xwest ku Kurd ji PKKê dûr bikevin. Xetaya herî mezin ev bû: PKK xwest ku li ser Kurdên Sûrîyê xwe meşrû nîşan bide. Sedema wê felekata ku li wê derê hat serê Kurdên Sûrîyê ew siyaseta xelet a PKKê bû.”
ÎLKHA