Barzanî û Kazimî: "Gotûbêjên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareseriyeke bingehîn girîng in"

Doh Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazîya Mistefa Kazimîyê Serokwezîrê Iraqa Federal kir.

Di civînê de rewşa giştî ya welat û dosyayên hevbeşên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û herdu aliyan tekezî li ser girîngiya yekrêzî û yekhelwestiya rûbirûbûna rewşê û gefên niha kirin.

Her du aliyan dakokî li ser girîngiya danustandinên Hewlêr – Bexda ya li ser bingeha destûr û gihîştina bi çareseriyeke bingehîn kir ku xizmetê bi tevahiya welat û pêkhatên wê bike.

Di civînê de tekezî li ser berdewamiya alîkarî û hemahengiya emnî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna endamên DAIŞê hat kirin, bi awayekî aramiyê dabîn bike û hevkar bê ji bo vegerandina koçberan û birêveçûna hilbijartineke serkeftî ku îrade û daxwaza welatiyan pêkbîne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne