Berdevkê Hamasê: "Ummet pêwîst e ku li dijî plana îlhaqa Şerîaya Rojava biraweste"

Samî Ebu Zuhrîyê Berdevkê Hamasê destnîşan kir, projeya îlhaqa Şerîaya Rojava ya ku ji teref rejîma îşxalê ya siyonîstan ve tê xwestin bê kirin geşedaneke pir bi xetere ye.

Zuhrî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de banga xwedîderketina doza Filistînê li ummeta Îslamê kir û diyar kir, divê ummeta Îslamê bibe seferber da ku xwedîtî li ummeta Îslamê bê kirin û li hember vê geşedana bi xetere bê rawestîn.

Zuhrî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, rejîma îşxalê ya siyonîstan niyeta xwe eşkere kir û destnîşan kir ew ê di pêvajoya pêşîya me de Şerîaya Rojava îlhaq bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ev yek geşedaneke pir bi xetere ye. Lewra ev yek maddeyek ji maddeyên peymana sedsalê ye û pê tê xwestin ku doza Filistînê bi temametî bê tasfîyekirin.Bi vê projeyê dixwazin ku temamê axên Filistînê talan û îşxal bikin. Ji ber vê yekê doza Filistînê bi xetereyekê re rû bi rû maye.Em bang li hemû kesî dikin da ku derfet û hêzên xwe seferber bikin û xwedî li doza Filistînê derkevin.Bi izna Xweda dê Filistîn cardin azad bibe û em ê wek fatîhan têkevin Qudsê."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çinarê, otomobîlek li peyayekî qelibî û peya mir
Kesekî li Qosera Mêrdînê dema ku klîma saz dikir ji qata duyemîn ket xwarê û birîndar bû
Li Çewlikê konferansek bi navê "Hişmendiya Fetihê û Sê Mehên Pîroz" hate lidarxistin
Li Meletiyê qezaya pat patê: 3 birîndar
5 kes mirin û kesek jî birîndar bû