Berpirsê Şaxê Helebçê yê PDKê: Ji Çar alîyan ve êrîş li ser buroya me hat kirin

Berpirsê baskê Helebçê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê ragihand, şeva borî ji çar aliyan ve hin kesên ku xwe wek xwepêşandêr nasandin êrîş birin li ser buroya wan a li Helebçê.

Doh êvarî hinek kesên ku nasnameyên wan diyar in êrîş birin li ser buroya Helepçê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê û avahîya şaredarî û qeymeqamtîyê şewitandin.

Derbarê mijarê de ji teref  Berpisê Berpirsê baskê Helebçê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê Besam Elî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Elî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir; şeva borî bi rêya motorsîkletan ve gule li buroya wan hatine berdan û pişt re jî di seat 12:00ê şevê de ji çar aliyan ve êrîş li ser buroya wan hatiye kirin û çekên curbecur hatine bikaranîn.

Besam Elî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Bes tenê êrîş li buroya me hat kirin ku ev yek jî pir ecêb e.” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Divê kesên êrîşkar demildest bên qefaltin û divê li dijî van kesên êrîşkar tevdîrên yasayî bên girtin. Tişta ku doh şevî din pêk hat ne xwepêşandan bû, çek hat bikaranîn û ev êrîş li ser avahîyên hikûmetê û buroya PDKê hat kirin.’’

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye