Bi hezaran Îdlîbî ji bo rejîma Sûrîyê û Rûsyayê protesto bikin daketin kolanan

Ji ber ku êrîşên li ser Îdlîbê her ku diçin zêde dibin bi hezaran xwepêşandarên Îdlîbî yên ku ber sînora Tirkîyê ve hatin, rejîma Sûrîyê û Rûsyayê protesto kirin.

Hat ragihandin ji ber ku êrîşên li ser Îdlîbê her ku diçin zêde dibin bi hezaran xwepêşandarên Îdlîbî yên ku ber sînora Tirkîyê ve hatin, rejîma Sûrîyê û Rûsyayê protesto kirin.

Xwepêşandarên ku hatin ber sînora Tirkîyê xwestin ku derîyê sînor bo wan bê vekirin. Dîsa xwepêşandaran ji Tirkîyeya ku wesfê garantorê girtiye li ser xwe xwestin ku pêşîya êrîşên Esad bigire.

Xwepêşandarên ku xwepêşan li dar xistin bang li dinyayê kirin û destnîşan kirin “Îdlîbê rizgar bikin, me biparêzin.”

Hêzên ewlehîyê ji bo xwepêşandaran li ber sînor bidin sekinandin û derbasî alîyê Tirkîyê nebin pêşî gule berdan hewayê û dû re bi av û xazê mudaxeleyî Îdlîbîyan kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin