Birêveberîya Trump ji dêla stratejîyeke hevgirtî provokasyonê hilbijart

Hinek senetorên demokrat ên Amerîkayî yên ku ji kuştina Qasim Sileymanî re bertek nîşan dan destnîşan kirin: “Birêveberîya Trump ji dêla stratejîyeke hevgirtî provokasyonê hilbijart.”

Vê şeveqê Amerîka bi mûşekan êrîş bir li ser kerwana Haşdî Şabî ya li Balafirgeha Baxdayê ya Navneteweyî.

Di encama êrîşa Amerîkayê de Qasim Suleymanîyê Fermandarê Hêzên Qudsê ya ku girêdayê Muhafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebu Mehdî El Muhendis canê xwe ji dest dan.

Piştî vê sûîqesta ku hat kirin re ji teref hinek senetorên demokrat ên Amerîkayî ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de senetorên demokrat ên Amerîkayî ji Serok Donald Trump re bertek nîşan dan û destnîşan kirin Trump Amerîkayê ber bi şer ve dibe.

Senetoran di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kirin; “ Eşkere bû ku Sileymanî dijminê Amerîkayê bû, lê divê li vê derê ev pirs bê kirin:  Amerîka bêyî destûra kongrê sûîqast li  kesê duyemîn ê herî hêzdar ê Îranê kir, gelo ew ê ev yek bibe sedema herbeke herêmî? Birêveberîya Trump ji dêla stratejîyeke hevgirtî provokasyonê hilbijart.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn