Hat ragihandin çalakîya rûniştinê ya dayikên ku tê diyarkirin zarokên wan ji teref HDPê ve hatine şandin li serê çiyê û ji 3ê îlonê vir ve li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî dane destpêkirin di roja 14emîn de berdewam dike.
Dê û bavên ku ku ji bo zarokên xwe çalakîya xwe didomînin diyar dikin heta ku zarokên wan li wan venegerin ew ê çalakîya xwe bidomînin.
Di meha tebaxê de dayika bi navê Hacîre Akara ku lawê wê hatibû revandin li ber avahîya HDPê çalakî dabû destpêkirin û çalakîya wê encam dabû û lawê wê lê vegerîyabû. Piştî vê bûyerê 34malbatên ku zarokên wan hatibûn revandin li ber HDPê çalakî dan destpêkirin.
ÎLKHA