Çavuşoglu: Em bendewar in ku Rûsya Hafterî îqna bike

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê derbarê agirbesta li Lîbyayê de destnîşan kir: “Em bendewar in ku Rûsya Hafterî îqna bike.”

Mevlud Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê û Wezîrê Karên Derve yê Ganayê Shirley Botchway hevdîtin kirin.

Piştî hevdîtina ku hat kirin re Çavuşoglu û Botchway daxuyanîyeke hevpar a çapemenîyê dan.

Çavuşoglu di daxuyanîya xwe ya ku da bang li Rûsyayê kir da ku li di warê îlankirina agirbestê ya Lîbyayê de gav bavêje û dû re wiha got: “Tiştê ku diket para me, me kir. Me bi Trablusê re xeber da û ew jî diyar kirin ku ew destekê didin daxuyanîya hevpar. Lê belê Hafter daxuyanîyeke wisa neda; daxuyanîyên berewajî da. Em bendewar in ku Rûsya Hafterî îqna bike.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne