Çavuşoglu: Em nikarin bibêjin agirbest bi temametî xera bû

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê derbarê êrîşên ku ji teref rejîma Sûrîyê û Rûsyayê ve li hember Îdlîbê tên kirin de destnîşan kir: “Em nikarin bibêjin agirbest bi temametî xera bû.”

Berî vê çend rojan di encama lihevkirina ku hatibûn kirin de ji bo Îdlîbê agirbest hatibû îlankirin; lê belê doh rejîma Sûrîyê û Rûsya bi balafirên şer êrîş birin li ser Îdlîbê û di encama êrîşa ku hat kirin de 10 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan û nêzî 20 kesan jî birîndar bûn.

Ji teref Wezareta Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Çavuşoglu di daxuyanîya ku da destnîşan kir; ji ber êrîşan gelek sîwîl canê xwe ji dest dan û gelek sîwîl jî mecbûr man ku malên xwe terk bikin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em nikarin bibêjin agirbest bi temametî xera bû.Lê divê êrîş bên sekinandin, heke na ev bi vî awayî nameşe.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne