Çima midaxele li agirê li Çiyayê Cûdî nayê kirin?

Ev bû çend roj ku Çiyayê Cudî dişewite, lê belê digel ku çendroj ji ser destpêka agir derbas bûbe jî tu midexele li agir nehat kirin ku ev yek jî bû sedema nerazîbûn û bertekan.

Berî vê 6 rojan li gundê Cifanê, Gundikê Remo û Nêvavaya ku girêdayê navenda Şirnexê ne di herêmên daristanî de şewat dest pê kir û şewat bi tesîra bayê belavî temamê herêmê bû.

Gundîyên ku li herêmê dijîn dibêjin; tu kes mixadeleyî agir nake. Li gorî agahîyên ku ji herêmê tên girtin li hinek herêman agir ji xwe me ra ditefe; lê belê ji nişka ve li hinek herêmên din jî şewat dest pê dike.

Welatîyên ku li gund dijîn destnîşan dikin, agir ji ber guleyên ku ji teref leşkeran ve hatine berdan dest pê kiriye. Welatî her wisa dibêjin: “Ji ber tesîra bayê agir zûtir belav dibe. Ji navenda Şirnexê bi xwe jî ev agir tê dîtin; lê belê tu kes mudaxeleyî agir nake. Dema ku em li wan digerin ji me re dibêjin ‘me meşxûl nekin’ û telefonê di rûyê me de digirin. Ji ber vê yekê em li çareya serê xwe mêze dikin û bi hewldanên xwe agir ditefînin. Ger rayedar midaxeleyî agir kiribana ew ê agir ev qas belav nebûba. Ez ji rica dikim ku bila xwe li ber vî agirî kerr û kor û lal nekin. Debara me bes bi ajalvanîyê ye, ger ev çiya bişewitin em debara xwe çawa bikin.”

ÎLKHA




İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye