Civîna ewil a Konseya Lihevkrinê ya Aştîya Efxan sibe tê tertîpkirin

Serokê Konseya Lihevkrinê ya Aştîya Efxan Abdullah Avdullah derheqê civîna ku dê sibe li Qesra Serokatîyê bê tertîpkirin de daxuyanîyek da.

Abdullah di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ew ji  bo Civîna ewil a Konseya Lihevkrinê ya Aştîya Efxan bi rayedarên siyasî yên Efxan re hevdîtin kiriye.

Derbarê mijarê de ji teref Konseyê ve jî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, Serokê Konseyê Abdullah roja pêncşemê bi Lîderê Cemaata Îslamî Salahaddîn Rabbanî û Lîderê Cemaata  Hîzbû Îslam Gulbedîn Hikmetyar re hevdîtin kiriye.

Çavkanîyên Efxan destnîşan dikin ew hevdîtina ku dê li Qatarê di navbera hikûmeta Efxanistan û Talîbanê de bên kirin gelekî muhîm e.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne