Adil di daxuyanîya ku da K24 de destnîşan kir, peymana ku hatiye kirin ne derheqê neftê de bes derheqê guzergahê de ye. Adil dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 2014an de dema ku Herêma Kurdistanê ji teref Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî ve hat dorpêçkirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo veguhastina neftê mecbûr ma ku dest bi lêgerînekê bike da ku çavkanîyeke dahatê peyde bike. Di wê heyamê de tu çavkanîyên dahatê di destê Herêma Kurdistanê de tune bû.Ji ber vê yekê di navbera Tirkîye û Herêma Kurdistanê de lihevkirinek çêbû. Lê belê peymana ku hatiye kirin ne derheqê neftê de ye, derheqê guzergaha nefta ku dê bê birin Ceyhanê de ye.”
Cotyar Adil: “Peymana neftê ya ku bi Tirkîyê re hat kirin bes derheqê guzergahê de ye”
Berdevkê Herêma Kurdistanê Cotyar Adil derheqê peymana 50 salane ya ku di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkîyê de hat îmzekirin de daxuyanîyek belav kir.
İlk yorum yazan siz olun
Kurdî Haberleri
Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne