Dayika ku zilam û 4 zarokên wê di erdhejê de canê xwe ji dest dan ji ÎLKHAyê re axivî

Zilam û 4 zarokên Nebahat Furatdi encama erdheja ku pêk hat de li Ozpinara girêdayê Elbaka Wanêcanê xwe ji dest dan. Dayika Nebahat êş û elam xwe ya ku erdhej jê re bû sedem ji ÎLKHAyê re anî zimên.

Dayika Nebahat dergûşa pitika xwe ya 9 mehî hembêz kir kir û lorand, cil û bergên ku ji enqaza malê hatin derxistin bêhn kir û rondikan barand.

Nebahat di berdewama daxuyanîya xwe de wiha axivî: “Dema ku erdhej çêbû ez li derva bûm û min cilan radixist.Di nav bêçarîyê de min li zarokên xwe yên ku di bin enqazê de man mêze dikir. Dema ku dayika min rehmet kir psîkolojîya min xera bû. 4 qîzên min di yurda dewletê de dimînin. Ez dixwazim ku qîzên min bidin min. Êdî  ez nikarim sebir bikim.Ger zarokên min nedin min êdî ez ê qehir bibimç Zilamê min û 4 zarokên min di erdhejê de mirin. Hembêza min û hêlîna min vala ma. Dergûşa pitika min vala ma. Ez bêkes û bêçare mam.”

ÎLKHA


























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn