Depoya muhîmatê ya PKKê hat dîtin

Li bakurê Herêma Kurdistanê di encama operasyona ku ji teref Tirkîyê ve tê domandin de depoya muhîmatê ya PKKê hat dîtin.

Di depoya ku hat tespîtkirin de gelek çek, muhîmat derketin.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li bakurê Herêma Kurdistanê di encama operasyona ku hat lidarxistin de depoya muhîmatê ya PKKê hat dîtin.

Li gorî daxuyanîyê de ji depoya ku hat dîtin de 63 Keleşkof, çekeke nîşagir, 2 tifingên nêçîrê, 50 lib muhîmatên roketê, 100 lib berikê doçkayê, 300 heb şarjorê Keleşkofê, 50 heb bombeyê destan, 25 kîlo dînamît, 1000 bîlya hat bidestxistin.

ÎLKHA




















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne