Derbarê pevçûna li Diyarbekirê de daxuyanî hat dayîn

Ji teref Qeymeqamtîya Farqînê ve derbarê pevçûna li Diyarbekirê de daxuyanî hat dayîn.

Îro li Reşikêya gundê girêdayê Farqîna Diyarbekirê di navbera du malbatan de pevçûna çekdarî derketibû û di encama pevçûna çekdarî ya ku derketibû de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 9 kes jî birîndar bûbûn.

Derbarê vê pevçûnda çekdarî ya ku di navbera malbata derket de ji teref Qeymeqamtîya Farqînê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di pevçûna ku di navbera malbatên ku nasên hev in derket de kesek li cihê bûyerê û 5 kes jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin derbarê bûyera ku pêk hatiye de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn
Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê gihîşt 8 kesan