Derheqê bûyera ku bi zarokan li ber posterê Ataturk dan secdekirin de lêpirsîn

Derheqê bûyera ku bi zarokan li ber posterê Ataturk dan secdekirin de lêpirsîn hat destpêkirin.

Berî niha ji teref Şaxên Ciwanan a Bajêra Muglayê ya AK Partîyê ve vîdeoyek amade kiribû û di wê vîdeoyê de wesfên Xwedê ji bo Mustafa Kemal hatibûn bikaranîn û ev yek bûbû sedema bertekên tund ku îro vîdeoyeke din a sosret derket holê.

Kemalîstên ku zarokên xwendekar ên ku ji bo îbadeta ji Xwedê re diçûn camîyan ji xwe re dikir hedef vêcarê zarokan li ber Mustafa Kemal dan secdekirin.

Di dîmenên ku îro derketin holê de tê dîtin mamosteyên mektebekê zarokan li ber Mustafa Kemal dan secdekirin û di wê demê de şiirek bi xwendekarekê didin xwendin û tê de tê gotin ku “qudreta te ya bêdawî nakeve eqlan”

Derheqê vê meseleya ku derket holê de ji teref Wezareta Perwerdehîyê ya Neteweyî ve lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

34 mirî, 5 hezar û 635 birîndar
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç ziyaret kirin
Li Entelyayê di mezinahîya 4,3yan de erdhej
Weqfa Sêwîyan li Wanê alîkariya cil û bergan kir
Agirê ku li Êlihê di malekê de derketibû ji aliyê xelkê deverê ve hate vemirandin