Derheqê êrîşa ku li Wanê li Koma Desteka Civakî ya Vefayê hat kirin de 38 kes hatin binçav

Walîtîya Wanê destnîşan kir, derheqê êrîşa PKKê ya ku li Wanê li Koma Desteka Civakî ya Vefayê hat kirin de 38 kes hatin binçavkirin.

Doh dema ku endamên Koma Desteka Civakî ya Vefayê ji bo ji kesên extîyar û pîr re bibin alîkar diçûn gundê Egrîberelena Qerqelîya Wanê ku di rê de PKKê êrîşî wan kir û di êrîşê de 2 kesên wezîfedar canê xwe ji dest dan.

Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de 38 kesên ku tê diyarkirin têkilîya wan bi bûyerê re heye di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de hatin binçavkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di nav kesên ku hatine binçavkirin de Serokê Navçeya Qerqelîyê ya HDPê û 5 birêvebir jî hene.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye