Derheqê teqîna li Diyarbekirê de 2 kes hatin binçavkirin

Derheqê teqîna ku li Pasûra Diyarbekirê pêk hat û tê de 7 kes jiyana xwe ji dest dan de 2 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin derheqê teqîna ku li Pasûra Diyarbekirê pêk hat û tê de 7 kes jiyana xwe ji dest dan de 2 kes hatin binçavkirin.

Doh êvarî li çoltera Pasûra Diyarbekirê teqemenîya ku berî niha ji teref PKKyîyan ve di kevîya rê de hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta sîwîl de hatibû înfîlakkirin û di teqînê de 7 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin piştî teqînê di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de derheqê 4 kesan de qerara binçavîyê hat dayîn.

Di encama operasyona ku hat lidarxistin de Serokê Navçeya Pasûrê yê HDPê A.K. û Midûrê Karên Fenê yê Şaredarîya Pasûrê  Ş.A. hatin binçavkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê gihîşt 8 kesan
Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo