Di 24 seatên dawî de 19 kes canê xwe ji dest dan û 1217 kes bi vîrusê ketin

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Fahrettîn koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; di 24 seatên dawî de 19 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hezar û 217 kes jî bi vîrusê ketin.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, îro zêdetirî 80 hezarî test hatin kirin û di encama van testan de bi hezar û 217 kesê din re jî vîrus hat tespîtkirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Zêdebûna hejmara nexweşên me yên giran berdewam dike.Divê em li gorî tevdîran hereket bikin, di dawîyê de dê vîrus têk biçe.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye