Di 24 seatên dawî de 4 hezar û 931 kesên din li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin

Li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 33 hezarî.

Li Amerîkaya ku Coronavîrus herî zêde tesîra xwe lê nîşan dide her ku diçe hejmara mirî û pêketîyan zêdetir dibe.

Li gorî daneyên ku li ser malpera înternetê ya bi navê Worldometerê hatin belavkirin, li tevahîya cîhanê heta îro ji ber Coronavîrusê 141hezar û 454 kes mirin û 2 milyon û 127  hezar û 873 kes jî pêketin.

Ji ber Coronavîrusê mirinên herî zêde li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de 4 hezar û 931 kesên din li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 33 hezar û 633 kesan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mîtîngê Mewludê Nebî yo ke bi temayê 'Serekê Wehdet û Xelasiyê Hazretê Muhemmed' viraziya, bi mesajê muhîman peynî gırewt
Dema Misilman bibin yek, cîhan nikare li pêşiya me bisekine
Yekîtî bi gotinan nabe; divê em dev ji îxtîlafên dîrokî berdin
Mêvanên ku beşdarî mîtînga Mewlûda Nebî bûn hatin nasandin
Wehdet ew e ku Ummeta Îslamî xurt dike