Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 15 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek belav kir.

Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 15 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di 24 seatên dawî de 61 hezar û 716 test hatin kirin û di encama van testan de bi 1183 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 243 hezar û 180 kesî. Di 24 seatên dawî de hezar û 185 kes baş bûn û hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 226 hezar û 155 kesî.”

Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di 3 rojên dawî de herî zêde li Stenbol, Enqere, Konya, Riha û Diyarbekirê însan bi Coronavîrisê ketin.”

ÎLKHA


İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e