Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 19 kesên din jî ji Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 19 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 5 hezar û 363 kesî.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 1012 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 222 hezar û 993 kesî.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Di 3 rojên dawî de li Stenbol, Enqere, Konya, Diyarbekir û Bursayê rêjeya pêketîyan li gorî bajarên din zêdetir e.Em hêvî dikin ku zêdetir li gorî tevdîran bê hereketkirin."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mala îxtîyaran de bi kêrê êrîş: 2 mirî, 1 birîndar
Li Diyarbekirê 173 kîlo esrar hat bidestxistin
Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin
Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 622 kes şehîd bûn
Li Rihayê piştî limêja înê ji bo Saklananê şehîdê Qudsê daxuyanî hat xwendin