Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 21 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek belav kir.

Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 21 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir her çi qas zêdetir test bê kirin ew qas kesên pêketî dikarin bên tespîtkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di 24 seatên dawî de 42 hezar û 411 test hatin kirin û di encama van testan de bi 1087 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 198 hezar û 820 kesî.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin