Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 22 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek belav kir.

Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 22 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Di 24 seatên dawî de 70 hezar û 192 test hatin kirin û di encama van testan de bi 1226 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 246 hezar û 861 kesî. Di 24 seatên dawî de 923 kes baş bûn û hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 228 hezar û 980 kesî.”

Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Heta îro testên herî zêde îro hatin kirin. Hejmara nexweşên me yên ku rewşa wan giran e derket 656 kesî.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye