Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 23 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 23 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 4 hezar û 692 kesan.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 914  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 170  hezar û 132 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Di encama xebatên filyasyonê de li bajarekî bi 190 kesên ku serdana kesekî kiribûn re vîrus hat tespîtkirin û li bajarekî din jî bi 58 kesên ku çûbûn oxirkirina leşkerekî re jî vîrus hat tespîtkirin. Her çiqas tevdîr kêm dibin tehdîd zêde dibe. ”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne