Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 26 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 26 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 4 hezar û 515 kesan.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 983  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 163 hezar û 103 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara testên me derket li ser 2 milyonan. Hejmara waqayan daket bin hezarekî. Divê em haya xwe ji mesafeya civakî bikin û bê maske derneyên derve.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ganî rayê Egîlî zû ra zû biqedo û bikewo xizmetî
Ajokarê qamyonê birîndar bû
Wî dev ji zanîngehê berda û 31 sal in bi dilgermî saetan çêdike
28 xwendekarên jin îcazet girtin û mezûn bûn
Li bajarê Silêmanî di mezinahîya 3,7an de erdhej