Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê ji ber Coronavîrusê 126 kesên din jî canê xwe ji dest dan

Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de bi mirina 126 kesên din hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket hezar û 769 kesan.

Derbarê geşedanên dawî yên derheqê Coronavîrusê de ji teref Wezîrên Tenduristîyê Fahrettîn Koca ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Wezîr Koca di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 126 kesên din ji ber Coronavîrusê mirin û dû re wiha got: “Di encama 40 hezar û 270 testên ku hatin kirin de bi 4 hezar û 353  kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin. Bi vî awayî hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 78  hezar û 413yan. Heta niha 8 hezar û 631 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn