Di çalakîya rûniştinê de rageşî: Kesek hat binçavkirin

Li Diyarbekirê kesekî ku sempatîzanê HDPê bû heqaret li wan dayikên ku li ber avahîya HDPê çalakîyê li dar dixin kir ku ji ber vê yekê rageşî derket. Kesê ku heqaretan li malbatan kir hat binçavkirin.

Hat ragihandin li Diyarbekirê kesekî ku sempatîzanê HDPê bû heqaret li wan dayikên ku li ber avahîya HDPê çalakîyê li dar dixin kir ku ji ber vê yekê rageşî derket. Kesê ku heqaretan li malbatan kir hat binçavkirin.

Li gorî îddîayan kesê ku navê wî nehat hînbûn ji wan malbatên ku lawên wan hatine revandin li ser çiyê re got “hûn firotî ne.” Ji ber vê yekê malbatan jê re bertek nîşan dan û berê xwe dan wî da ku mudaxeleyî wî bikin.

Polêsên ku li cihê bûyerê bûn di heman wextî de mudaxeleyî bûyerê kirin û wî şexsê ku heqaret li malbatan kir binçav kirin.

Malbatên dil bi kûl ên ku heqaret li wan hat kirin diyar kirin ew bes lawên xwe dixwazin û tu armanceke wan a din jî tune ye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne