Di êrîşa duyemîn a PKK/YPGê de nûçegihanê ÎLKHAyê birîndar bû

Nîşangirên PKK/YPGê li Nisêbîna Mêrdînê duyemîn car êrîşî koma çapemenîyê ya ku muxabîrê ÎLKHAyê jî di nav de bû kirin. Nûçegihanê ÎLKHAyê Salîh Keskîn di êrîşa duyemîn de birîndar bû.

Hat ragihandin Nîşangirên PKK/YPGê li Nisêbîna Mêrdînê duyemîn car êrîşî koma çapemenîyê ya ku muxabîrê ÎLKHAyê jî di nav de bû kirin.

Derbarê mijarê de Salih Keskînê muhabîrê me yê ÎLKHAyê destnîşan kir, dema ku ew li banê oteleke li Nisêbîna Mêrdînê harekata ku hatiye destpêkirin taqîb dikirin nîşangirên PKK/YPGê duyemîn car êrîşî wan kirin.

Keskîn di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ji ber berikên nîşangirên PKK/YPGê camên otelê ji nişka ve şikîyan û berik îsabetî klîmaya li otelê kirin.Di encama êrîşa yekemîn ya ku hat kirin de Omer Yasîn Ergînê muxabîrê AAyê û muxabîrekî din ji ber parçeyên camê birîndar bûn.

Keskîn di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di êrîşa duyemîn a PKK/YPGyîyan de ew jî bi şikleke sivik birîndar bû û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Piştî êrîşa ku hat kirin TSKyê nîşangirên PKK/YPGê hedef girtin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da