Di êrîşên Siûdî de 3 hezar û 500 zarokên Yemenî şehîd bûn

Di êrîşên ku ji teref hêzên koalîsyonê yên ku Siûd ji wan re pêşîvantîyê dikeû li hember Yemenê hatin lidarxistin de heta niha 3 hezar û 500 zarok şehîd bûn.

Hat r agihandin di êrîşên ku ji teref hêzên koalîsyonê yên ku Siûd ji wan re pêşîvantîyê dike  û li hember Yemenê hatin lidarxistin de heta niha 3 hezar û 500 zarok şehîd bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Yemenê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di êrîşên ku li Yemenê ji teref hêzên koalîsyona ku Siûd pêşîvantîya wan dike ve hatin kirin de 7 hezar zarok hatin hedefgirtin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, di van êrîşên ku hatin kirin de 3 hezar û 534 zarok şehîd bûn û 3 hezar û 600 zarok jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, ji ber dorpêça ku li ser Yemenê heye zêdetirî milyonek û 900 hezar zarokên Yemenî nikarin bi şikleke kamil xureka rojane peyda bikin û bixwin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê gihîşt 8 kesan
Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo