Di keştîya ku Rohîngyayîyan vediguhast de 30 kes ji bîrçîna canê xwe ji dest dan

Ji 400 Mislimanên Rohîngyayî yên ku ji zext û zilma birêveberîya Myanmarê hewl didan bi teknê derbasî Bangledeşê bibin 30 Misliman ji bîrçîna canê xwe ji dest dan.

Ewlehîya Beravê ya Bangledeşê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir ew 382 penaberên ku bi mirinê re rûbirû mabûn xelas kirin.

Şah Zia Rahmanê Berdevkê Ewlehîya Beravê ya Bangledeşê di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir herî kêm 30 kesên ku di keştîyê de bûn canê xwe ji dest dan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Keştî nêzî 2 mehan e ku di behrê de ye. Kesên ku hatin rizgarkirin destnîşankirin 32 kesên ku di keştîyê de bûn canê xwe ji dest dan û ew jî cesedên wan avêtine behrê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne