Amedîyên ku kevneşopiya Muqabelê ya ku yek ji sunnetên Pêxemberê me ye didomînin, di demên nîvro û êvarî (esir) yên meha Remezanê de, li 5'emîn Herema Şerîf a Îslamê, Mizgefta Mezin a Amedê (Ulu Cami) dicivin.
Mizgefta Mezin a Amedê (Ulu Cami), wekî yek ji perestgehên herî kevn ên cîhana Îslamê tê qebûlkirin, di meha Remezanê de mazuvaniya kevneşopiya muqabelê dike û sunneta bi sedsalan dide jiyandin. Di vê mizgefta dîrokî ya li dilê bajêr de, welatî eleqeyeke mezin nîşanî bernameyên muqabelê yên rojane didin.
Kevneşopiya xwendina Quranê ya bi awayê muqabele di mehên Remezanê de, her çend sunneta Pêxemberê me Hezretî Mihemed (s.a.w) be jî, di nav civakê de veguheriye çandeke kûr.
Dîmenên domandina vê kevneşopiya dîrokî di nava mizgefta dîrokî de, atmosfera manewî ya Remezanê careke din dide hîskirin. Piştî nimêja nîvro û êvarî (esir), li dora Mizgefta Mezin bilindbûna dengên cuda yên Quranê, dilê mirovan geş û şa dike.