Di navbera du malbatan de ji ber qezaya trafîkê pevçûn derket: 20 birîndar

Li Diyarbekirê ji ber qezaya ku di dema parkkirina wesayîtê de pêk hat di navbera du malbatan de pevçûn derket.

Bûyer doh di wextên esir de li Taxa Fabrîkaya navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê pêk hat.

Li gorî îddîayan ferdekî malbata Koyuncu dema ku ku wesayîta xwe park dikir li wesayîta malbata Kurd qelibî. Ji ber qezaya ku pêk hat di navbera terefan de pêşî nîqaş dest pê kir û dû re pevçûn derket. Ji ber pevçûna ku tê de dar û kevir hatin bikaranîn 20 kes birîndar bûn.

Ji ber îxbara ku hat kirin polês hatin cihê bûyerê midaxeleyî malbatan kirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.






İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin