Digel qedexeya derketina derve li kolanan Diyarbekirê bêdengî hakim e

Di bergeha tevdîrên Coroanvîrusê de li 31 bajaran ji bo roja şemî û yekşemê qedexeya derketina derve hat îlankirin ku yek ji wan bajaran jî Diyarbekir e.

Piştî ku qedexeya derketina derve hat îlankirin re li kolanên Diyarbekirê bêdengî hakim bû. Polêsan li gelek xalên bajêr cihên kontrolê saz kirin û di nav bajar de dewrîye davêjin.

Ji ber Coronavîrus ku li Wuhana Çînê derket holê li tevahîya cîhanê heta niha zêdetirî 150 hezarî însan mirin û zêdetirî 2 milyon însan jî bi vîrusê ketin.

Ji ber belavbûna vîrusê li Tirkîyê ev bû cara duyemîn ku qedexeya derketina derve tê îlankirin.

Bajarên ku lê derketina derve hatiye îlankirin û ew ê 48 seatan berdewam bike wisa ye:

Edenê, Enqere, Entalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, Diyarbekir, Erzerom, Eskîşehîr, Entabê, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Maraş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Malatya, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan û Zonguldak.

 




























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne