Dîmenên êrîşa ku li Aramcoyê hat kirin hatin weşandin

Dîmenên êrîşa ku bi balafirên çekdar ên bêînsan li tesîsên neftê Aramcoya Siûdîyan hatibû kirin hatin weşandin.

Televîzyona CBS News a Amerîkayî, dîmenên êrîşa ku bi balafirên çekdar ên bêînsan li tesîsên neftê Aramcoya Siûdîyan hatibû kirin weşand.

Di dîmenên ku hatin weşandin de tê dîtin bi tesîra lihevqelibînê tesîsên neftê diteqin û agir pêdikeve.

Di 14ê Îlonê de bi balafirên çekdar ên bêînsan êrîş li tesîsên neftê yên Siûdî hatibûn kirin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Tuxgeneral Yahya Seraî di daxuyanîya ku derbarê mijarê de dabû de destnîşan kiribû, ew bi 10 balafirên çekdar ên bêînsan êrîş birine li ser tesîsên neftê yên Siûdîyan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin