Divê di şûna Enstîtuyên Zimanên Zindî de fakulteyên Edebiyat û Zimanê Kurdî bên vekirin

Serokatîya Karên Perwerdehîyê ya HUDA PARê destnîşan kir, divê astengîyên li ber perwerdehîya zimanê zikmakî bên rakirin ûdi şûna Enstîtuyên Zimanên Zindî de fakulteyên Edebiyat û Zimanê Kurdî bên vekirin.

Ji ber ku ew ê heftîya pêşîya me heyama nû ya perwerdehîyê dest pê bike ji teref Serokatîya Karên Perwerdehîyê ya HUDA PARê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin divê dê û bavên zarokan di warê tercîhkirina dersên bijartî de digel dersên Qur’ana Kerîm û Sîyerê dersa Kurdî de bihilbijêrin.

“Nabe ku birayek ji bo jiholêrakirina çanda birayekî xwe hewl bide, ev yek di hiqûqa biratîyê de tune ye”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin nedayîna mafê  perwerdehîya bi zimanê zikmakî eybeke mezin e û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Zimanê Kurdî ji nû ve hat xistin nava wan zimanên “X” ên ku nayên zanîn. Nabe ku birayek ji bo jiholêrakirina çanda birayekî xwe hewl bide, ev yek di hiqûqa biratîyê de tune ye. Perwerdehîya bi zimanê zikmakî him ji hêla însanî û him jî ji hêla Îslamî ve heqeke bingehîn e.”

“Divê di şûna Enstîtuyên Zimanên Zindî fakulteyên de Edebiyat û Zimanê Kurdî bên vekirin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin divê ew astengîyên li ber perwerdehîya zimanê zikmakî bên rakirin û  di şûna Enstîtuyên Zimanên Zindî fakulteyên Edebiyat û Zimanê Kurdî bên vekirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Muhîm e ku di mekteban de zimanê Kurdî wek dersa bijartî tê dayîn; lê belê ev yek ne bes e.  Mamosteyên zimanê Kurdî nayên perwerdekirin û yên heyî jî tayîna wan nayê kirin ku ev yek problemeke mezin e. Divê pêşîya perwerdehîya zimanê zikmakî bê vekirin û xebatên pêwîst bên kirin.Divê dewleta weke çawa ku ji bo pêşveçûn û parastina çand û zimanê Tirkî tedvîran distîne û destekê didiyê divê bi heman awayî  ji bo wan zimanên din ên zimanê dayikê ya welatîyên wî ye xebatan bike û vê yekê bi qanûnê biparêze.”

Ji bo temamê metna daxuyanîyê bitikenin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê