Divê mexdûrîyetên ku ji ber lêpirsîna ewlehîyê pêk hatine bên çareserkirin

HUDA PARa ku derheqê biryara lêpirsîna ewlehîyê ya Mahkemeya Makeqanûnê de nirxandinan kir, destnîşan kir:“Divê mexdûrîyetên ku ji ber lêpirsîna ewlehîyê pêk hatine bên çareserkirin.”

Mahkemeya Makeqanûnê  şerta lêpirsînê ya “Di standina personelan de lazim e lêpirsîna ewlehîyê bê kirin kirin û li arşîvan bê mêzekirin” betal kir. Ji teref Serokatîya Karên Hiqûqê ya HUDA PARê ve  derheqê vê biryara Mahkemeya Makeqanûnê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin “îqtîdar serê xwe ji bo çareserîya vê problemê neêşand û vê meselê pavêt piş guhê xwe” û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Verastkirina ku hat ber Mahkemeya Makeqanûnê bi derengî be jî bi hinceta bi heqdar di 29.11.2019an de hat betalkirin. Piştî vê qerarê dema ku ji bo kamûyê personel hat girtin ew ê şerta ‘di standina personelan de lazim e lêpirsîna ewlehîyê bê kirin kirin û li arşîvan bê mêzekirin’ neyê mêzandin. Ev qerara Mahkemeya Makeqanûnê ji bo mexdûrîyetên pêk hatine muhîm e. Divê ew mexdûrîyetên ku ji ber lêpirsîna ewlehîyê û tehqîqeta arşîvê pêk hatine demildest bên çareserkirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne