Sûretên ku ji teref kovara Charlîe Hebdo ve hatin amadekirin û tê de qaşo Pêxemberê me Hz. Muhammed(silavên Xweda li ser be) tê karîkaturîzekirin, berî vê çend rojan li bajarên Montpellîer û Touloseya Fransayê di avahîyên dewletê de hatin weşandin. Macronê Serokomarê Fransayê berî niha bi daxuyanîya ku xwe ya qustax destnîşan kiribû ew ê dev ji karîkaturîzekirinan bernedin.Macronê ku li dijî Îslamê bi şikleke eşkere şer daye destpêkirin û dijmintîya Îslamê dike û destekê dide wan kesên ku heqaret li Îslamê dike, van tiştên ku tên kirin bi navê “azadîyê” bi nav dike. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê jî wek Macron bêedebî û kustaxîyan dike. Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê ji ber ku li Fransayê di dezgehan de tiştên helal tên firotin kêfxweş nabe û aciz dibe. Dîsa heman wezîr dibêje ew ê karîkaturên rezîl ên Charlîe Hebdo dibe ku li mekteban ji xwendekaran re bên belavkirin û di kitêban de bên weşandin.
Divê welatên Îslamê bertekeke hevpar û dijwar ji Fransayê re nîşan bidin
Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê ji dijmintîya Îslamê ya ku ji teref Macron ve tê kirin re bertek nîşan da û destnîşan kir; divê temamê welatên Îslamê û nexasim Tirkîye sefîrên xwe yên Fransayê vekişînin.
İlk yorum yazan siz olun
Kurdî Haberleri
Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne