Dixwepêşanên li Belarusê de zêdetirî 2 hezar kes hatin binçavkirin

Li gelek bajarên Belarusê bi deh hezaran xwepêşandêr bi îddîaya ku di hilbijartinan de hîle hatine kirin ev bû 2 roj ku li kolanan in û xwepêşan li dar dixin.

Wezareta Karên Hundir ê Belarusê derbarê xwepêşanên ku berdewam dikin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li gelek bajarên Belarusê nexasim jî li bajarên bi navê Minsk, Brest, Mogilev û Novopolotskê di xwepêşanên ku tên lidarxistin de zêdetirî 2 hezar kesî hatin binçavkirin.

Di encama hilbijartinên ku li Belarusê hatin lidarxistin de li gorî encamên ne fermî Aleksandr Lukaşenkoyê Serokomarê mewcûd ji sedî 80 deng stand û dîsa bû serokomar. Lê belê hilbijêr destnîşan dikin di hilbijartinan de hîle hatine kirin. Ji ber îddîayên kirina hîleyê ev bû 2 roj bi deh hezaran xwepêşandêr li kolanan in û xwepêşanê tertîp dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e