Doza qetlîamkirina gemîya Mavî Marmarayê, li mehkema cizayê giran ya 7an ya Stenbolê dewam kir. Di mehkemê de qirar hat dayîn ku teleba girtina 4 bersûcan û ji bo wan derxistina bultena sor bê nirxandin. Doz taloqî 27ê Adara 2014an bû.
Kesên gilîdar îfade dan mehkemê. Parêzer Cihat Gökdemîr, di heqê êrîş û dozê de wiha got: “Di heyama êrîşa eskerên Îsraîlê de, di nav eskeran de dora 10-15 kesên ku Tirkî baş dizanibûn û bi maske bûn peyde bûn. Ez difikirim ku ew kes li Tirkiyê dijîn. Divê ew kesên ku li Tirkiyê dijîn bên girtin û ji wan hîsabê vê me’mela xerab ya ku li welatiyan kirine bên pirsîn.”
Parêzer Cuneyt Karaman jî da zanîn ku bersûc tune be, mehkemekirin jî çê nabe, divê ji bo bersûcan qirara girtinê û bultena sor derkeve û Înterpol ji rewşa wan bê agahdarkirin.
Di dawiya celseyê de bi sedem ku agahiyên nasnameya bersûcan kêm in, ev teleba qirara girtin û bultena sor nehat qebûlkirin.
Her wiha alîkarê serokê Huda Parê Seîd Şahîn, serokê ÎHHyê Bulend Yildirim, Serokê platforma Qudsa Azad Mehmet Eşîn û parêzerê mexdûrên Mavî Marmarayê Mûrad Sadak jî, dozê şopand û ji ajansa Îlkeyê re xeber dan.
Seîd Şahîn wiha îfade kir: “Êrîşa îsraîl ya li Mavî Marmarayê ya di seha ava navnetewî de, qetlîamek e. Feqet di arenaya navnetewî de, tu gavê ku wê Îsraîlê mehkûm bike nehatiye avêtin.”
Bulend Yildirim jî wiha got: “Em dev ji vê dozê bernadin. Lewra em sîyonîzmê, di rojhilata navîn de weka vîrusekê dibînin û vêya jî eşkere îfade dikin.”
Her wiha parêzer Murad Sadak wiha beyan kir: “Em bawer dikin ku ne tenê misluman, divê hemî kesên li ber zulmê ne xwedîtiyê li Mavî Marmarayê bikin. Em ê teqîbkerê dozê bin.”
Mehmet Eşîn jî wiha diyar kir: “Beriya her tiştî, vekirina vê doza û ewiqandina wê ji bo me girîng û muhîm e. Belkî ev doz di tarîxa Îsraîlê de doza ewil e ku di seha navnetewî de li Îsraîlê hatiye vekirin.
Di vî warî de, divê doz qîmeta ku heq dike bibîne. Divê armanc ne tenê darizandin û mehkemekirin be. Li meydanê sûcekî ku hatiye kirin heye.”
bangaheq